Îranê 6 sal ceza li hunermendê Kurd Mehdî Pakmehrê birî
Dadgeha Şoreşa Îslamî û Sûc ya rejîma Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê Kurd Mehdî Pakmêhir birî.
Dadgeha Şoreşa Îslamî û Sûc ya rejîma Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê Kurd Mehdî Pakmêhir birî.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê têkildarî cezakirina xwepêşandarên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê agahî da.,
Li gorî Torê, Dadgeha Şoreşa Îslamî û Sûc ya rejîma Îranê 6 sal ceza û 70 qemcî li Hunermendê Kurd Mehdî Pakmêhir ê ji Bucnûrd birî.
Mehdî Pakmêhir 9’ê Çileya îsal ji aliyê hêzên çekdar ên ser bi rejîma Îranê ve ji lingê xwe bi guleyê birîndar bûbû û li bajarê Bocnûrd hatibû binçavkirin û biribûn girtîgehê. Nêzî 2 mehan bê ku bê dermankirin hatibû ragirtin piştre bi dayîna 6 milyar tumen pereyê Îranê bi demkî hatibû berdan.